‘Ev bêdûmahîtiyek e… Ji bo eşqa jiyînê zindîbûna xwe winda neke, mirov heqîqetê di nav xewn û xeyalan de vedişêre û ji bo domandina vê jiyanê li riyên cur bi cur digere… Mirovek xwe bi bextewariya zanistiya Sokratî ve girê dide; da ku birînên xwe yên bêsînor ên hebûnî bi vê riya berhewa qenc bike. Mirovê(n) din jî xwe bi perdeyên efsûnî yên bedewiya hunerê ya li ber çavên wî dizivire, radipêçe… …